Nihat Kavşut
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 03 Tebax 2017
ANKARA
Li gor daneyên Saziya Îstatîtikan a Tirkiyeyê meha tîrmehê li gor serfkaran herî zêde ji sedî 86,67 bihayê bi PTTyê şandina koliyan zêde bû û herî kêm ji sedî 39,66 bihayê zebeşan kêm bû.
Di meha tîrmehê da Endeksa Bihayê Serfkaran (TUFE) ji sedî 0,15 û Endeksa Bihayê Hilberînerên Nav Welêt (YÎ-UFE) ji sedî 0,72 zêde bû. Enflasyona salane di bihayê serfkaran da bû ji sedî 9,79 û di bihayê hilberînerên nav welêt da bû ji sedî 15,45.
Li gor daneyên Saziya Îstatîtikan a Tirkiyeyê rêje wiha ye:
| Tiştên herî zêde biha bûn | Li gor meha berê rêjeya ferqê |
Li PTTyê bihayê şandina koliyan
| 86,67 |
Li nav welêt bihayê tûran
| 46,80 |
Îsot
| 43,93 |
Îsota çarlîstonê
| 40,83 |
Bihayê vapurê
| 16,20 |
Pîvazên hişk
| 12,15 |
Bîra (bialkol)
| 7,08 |
| Eraq | 6,06 |
Bihayê otobêsên nav bajaran
| 5,53 |
Lîmon
| 4,92 |
Bihayê metroyê
| 4,61 |
Sîr
| 4,26 |
Çoqlete (krem)
| 3,94 |
Bihayên otobêsên şaredariyê
| 3,92 |
Li derveyî welêt bihayê tûran
| 3,34 |
Bihayê temîrkirina wesaîtan
| 3,22 |
Pîl
| 3,22 |
Bihayê rontgenê
| 3,18 |
Xwarinên nav nan (doner)
| 3,17 |
Çay
| 2,89 |
| Tiştên herî zêde kêm bûne yan jî zêde nebûne | Li gor meha berê rêjeya ferqê |
Xaza tûpan
| -1,08 |
Sîgorteya kasko û trafîkê
| -1,35 |
Derpiyên dergûşan
| -1,62 |
Bihayê dagirtina LPGyê
| -2,24 |
Pêlav (mêr)
| -3,14 |
Şal (mêr)
| -3,45 |
Eteg
| -4,95 |
Pêlav (jin)
| -5,12 |
Çakêt (jin)
| -5,72 |
Tîşort (zarokên qîzîn)
| -5,76 |
Tîşort (zarokên kurîn)
| -5,94 |
Cilê jinan
| -6,34 |
Îşlik (jin)
| -7,67 |
Mûz
| -8,25 |
Bacanên reş
| -8,51 |
| Qeysî | -12,49 |
| Kartol | -12,61 |
| Xox | -23,15 |
| Arûk | -28,01 |
| Zebeş | -39,66 |
Li gor daneyên Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) ji meha tîrmehê pê va li gor kêmzêdeya 12 mehan bihayê xêrîdaran ji sedî 9,44, bihayê hilberîneran a nev welêt ji sedî 10,94 zêde bû. Li gor mehê TUFE ji sedî 0,15,YÎ-UFEjî ji sedî 0,72 zêde bû.
TUFE di tîrmehê da li gor berfanbara sala par ji sedî 6,05, li gor heman meha sala par jî ji sedî 9,79 zêde bû. YÎ-UFE jî li gor berfanbara sala 2016an ji sedî 8,60, li gor heman meha 2016an jî ji sedî 15,45 zêde bû.