Ferizat Kaya
03 Tebax 2017•Rojanekirin: 05 Tebax 2017
ÎSTANBUL
Bihaya zêr ji sedî 0,1 daket û bi 143,7 lireyî tê firotin.
Bihayê grama zêr duh di navbera 143,6-144,6 da çû hat û herî dawî rojê bi 143,9 lireyî temam kir.
Grama zêr îro ji saet 10.00an pê ve daket û bû 143,7 lire. Li Bazara Mezin a Stenbolê, çaryek bi 235 lireyî, cumhuriyet jî bi 960 lireyî tê firotin.
Duh bihayê onsa zêr ji sedî 0,2 daket û bû 1.266,7 dolar. Onsa zêr niha ji sedî 0,3 daketî û bi 1,262,3 dolarî tê firotin.
Analîstê Fînansê yê AAyê Îslam Memîş diyar kir ku, bihayê zêr, pêşiya ku DYAyê daneyên îstixdama xêncî çandiniyê diyar bike normal dewam dike. Memîş ragihand ku daxuyaniya daneyên makroekonomîk ku wê îro bê eşkerekirin, pir zêde tesîrê li ser bihayan çênake.