Türkan Tosun
10 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 10 Berfanbar 2018
ANKARA
Aboriya Tirkiyeyê di çaryeka sêyem a salê da ji sedî 1,6 mezin bû.
Saziya Îstatîstikê ya Tirkiyeyê (TUÎK) encamên hasilaya navxweyî ya xeyrî safî ya der barê heyama sêyem a salê (Tîrmeh- Îlon) da eşkere kir.
Li gor vê hasilata navxweyî ya xeyrî safî di çaryeka sêyem a salê da ji sedî 1,6 zêde bû.
Pisporên ekonomiyê yên beşdarî Anketa Hêviyê ya Mezinbûnê ya Fînansê ya AAyê bûbûn texmînên xwe gotibûn. Nîvendiya heviyê ya mezinbûnê ya der barê çaryeka sêyemîn a salê ji sedî 1,7 hatibû diyarkirin.
Hêza mezinbûna aboriya Tirkiyeyê ji sala 2010an vir va li gor çaryekên salan wiha ye;
| Sal | | Çaryeka 1emîn | Çaryeka 2emîn | Çaryeka 3emîn | Çaryeka 4emîn | Salane |
| 2010 | | 7,0 | 8,1 | 8,7 | 9,7 | 8,5 |
| 2011 | | 11,7 | 11,5 | 11,6 | 9,9 | 11,1 |
| 2012 | | 6,8 | 5,0 | 3,6 | 4,2 | 4,8 |
| 2013 | | 8,5 | 9,8 | 8,9 | 6,9 | 8,5 |
| 2014 | | 8,7 | 2,9 | 3,7 | 5,9 | 5,2 |
| 2015 | | 3,6 | 7,2 | 5,8 | 7,5 | 6,1 |
| 2016 | | 4,8 | 4,9 | -0,8 | 4,2 | 3,2 |
| 2017 | | 5,3 | 5,3 | 11,5 | 7,3 | 7,4
|
| 2018 | | 7,2 | 5,3 | 1,6 | | |