30 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2016
ANKARA
Îxracata Tirkiyeyê di meha mijdarê da li gorî heman meha sala borî ji sedî 9,7 zêde bû û bû 12 milyar û 817 milyon dolar, îtxalat jî ji sedî 6 zêde bû û bû 16 milyar û 931 milyon dolar. Di mijdarê da ferqa bazirganiya derva ji sedî 4,1 berjêr bû û bû 4 milyar û 113 milyon dolar.
Îstatîstîkên berwext ên bazirganiya derva yên ku Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) û Wezareta Bazirganiyê saz kirin, hatin ragihandin.
Li gorî vê, îxracat di meha mijdarê da li gorî heman meha sala borî ji sedî 9,7 zêde bû û derket 12 milyar û 817 milyon dolarî. Di heman serdemê da îtxalat jî ji sedî 6 zêde bû û derket 16 milyar û 931 milyon dolarî. Di vê êwrê da ferqa bazirganiya derva ji 4 milyar û 291 milyon dolarî ji sedî 4,1 kêm bû û berjêrî 4 milyar û 113 milyon dolarî bû.
Rêjeya îxracatê ya beramberiya îtxalatê par di meha mijdarê da ji sedî 73,1 yek bû, di heman meha îsal da hevrazî ji sedî 75,7yan bû.