Hat ragihandin ku li Hekariyê di navbera hêzên ewlehiyê û rêxistina terorê de şer derket û di şer de leşkerek cangorî bû.
Li gor agahiyên ku ser malpera Serokatiya Serekaniyê hatin parvekirin, li ser rêya di navbera Hekarî/Şemzînanê de komeke endamên rêxistina terorê, îro di saet 07.05an de, êrîş bir ser leşkerên ku kontrola rê dikirin.
Yekeyên leşkeriyê li hemberî êrîşa terorê bê deng neman, êrîşî rêxistinê kirin; lê di êrîşa rêxistina terorê de leşkerek cangorî bû û du leşker jî birîndar bûn. Hat ragihandin ku rewşa eskerên birîndar baş e.
Eskerên birîndar bi balafiran şandin nexweşxaneyê. Du balafirên tîpa F-16 şandin herêmê û mewziyên doçka yên rêxistina terorê jî hatin îmhakirin.
Li herêmê bi berfirehî operasyon dan destpêkirin.
Di daxuyaniyê de cih dan van agahiyan: "Xwedê rehma xwe li eskerê me yê ku di êrîşe de cangorî bû bike. Xwedê sebrê bide malbat, xizm û mensûbên Hêzên Çekdar ên Tirk û serê malbat û gelê tirk sax be. Herwiha Xwedê şîfa xêrê bide qehremanên me yên di êrîşê de birîndar bûn."