Li navçeya Hekariyê wextê ku wesayîta leşkerî derbas bû, teqemeniya ku bi destê mensûbên rêxistina terorê PKKyê ve hatibû çalkirin, teqiya û di encamê de 2 leşker şehîd ketin û 3 leşker jî birîndar bûn.
Li gorî agahiya ku hat bidestxistin, li nêzîkê gundê Tekeliyê yê li ser navçeya Şemzînanê, di derbasbûna wesayîta leşkerî de teqemeniya ku mensûbên rêxistina terorê PKKyê di rê de çal kiribûn, hat teqandin.
Di teqînê de 2 leşker şehîd ketin, 3 jî birîndar bûn. Bi ambûlansan ve birîndar sewqî Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê kirin.
Ji bo desteserkirina terorîstan li herêmê operasyoneke dorfireh hat destpêkirin.