Haydar Şahin
19 Tebax 2019•Rojanekirin: 20 Tebax 2019
Li piyaseyên navneteweyî warêla petrola brent bi 59,44 dolarî tê firotin.
Warêla petrola brent roja înê di nav rojê da hetanî 59,54 dolarî hatibû firotin û di dawiya rojê da bi 58,59 dolarî hatibû firotin. Îro jî warêla petrola brent ji saet 09.24an pê va li gor roja înê ji sedî 1,45 zêde bû û derkete 59,44 dolarî.
Di heman demê da warêla petrola xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 55,55 dolarî hat firotin.
Xalid Falihê Wezîrê Vejenê yê Erebistana Siûdî diyar kir ku roja paşînê bi teyareyên bêmirov êrîşî santrala wan a li Şeybeyê ya Saudi Aramcoyê kirin. Piştî vê daxuyaniyê bihayê petrolê zêde bû.