Önder Beyter
20 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 22 Tîrmeh 2020
Warêlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî di roja yekemîn a şixul da bi 42,88 dolarî tê firotan.
Warêlê nefta brent roja înê derket 43,45 dolarî û dû ra bi 43,14 dolarî roj temam kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.05an pê va ji sedî 0,6 şikest û bû 42,88 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 40,52 dolarî hat firotin.
Li gorî daneyên şîrketa xizmetê ya qada neftê Baker Hugesê ku hefteyê carekê diweşîne, hejmara bîrên sondajê yên neftê yên li Amerîkayê di hefteya 11-17ê tîrmehê da li gorî hefteya derbasbûyî 1 kêm bû û berjêrî 180yî bû û bi vî awayî hejmara bîrên sondaja neftê li welêt 18 hefteyan ser hev kêm bû û bi giştî jî 503 bîr jê kêm bû.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 42,91 û 42,99 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 42,83 û 42,75 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.