Önder Beyter
15 Tîrmeh 2020•Rojanekirin: 15 Tîrmeh 2020
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 43,08 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent duh derket 43,22 dolarî û dû ra bi 42,90 dolarî roj temam kir. Warêlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.20an pê va ji sedî 0,41 rabû û bû 43,08 dolar. Di heman demê da warîlê nefta xam a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 40,47 dolarî hat firotin.
Rîska pêla duyemîn a şewba cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) ya li ser asta dinyayê, tesîreke neyînî li pêşbîniyên li ser teleba neftê ya kurewî û fealiyetên aborî dike.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 43,48 û 44,90 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 42,06 û 40,64 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.