Önder Beyter
17 Hezîran 2019•Rojanekirin: 18 Hezîran 2019
Warîlê nefta brent li piyaseyên navneteweyî bi 62,29 dolarî tê firotan.
Warîlê nefta brent roja înê nava rojê derket 62,89 dolarî û dû ra bi 62,36 va roj temam kir. Warîlê nefta brent îro serê sibê jî ji saet 09.07an pê va ji sedî 0,11 şikest û bû 62,29 dolarî. Di heman demê da warîlê nefta xav a Teksasa Rojava (WTI) jî bi 52,58 dolarî hat firotin.
Hat diyarkirin, civîna ku dihat pêşbînîkirin ku dê dawiya hezîranê li ser dirêjkirina maweyê rêkeftina kêmkirina hilberîna neftê ya di navbera Rêxistina Welatên Neftê Îxrac Dikin (OPEC) û hin welatên derevayî OPECê da were kirin, ji bo hefteya yekemîn a tîrmehê hat taloqkirin.
Tê destnîşankirin ku di petrola brent da bi awayê teknîkî mirov dikare navbera 62,24 û 62,36 dolarî wekî navbera muqawemetê, navbera 62 û 62,12 dolarî jî wekî navbera piştgiriyê bişopîne.