GAZİANTEP - ZERİN ÖZDİLEK
Zebze û fêkiyên hişkkirî, yên ku li Gazîantebê malbat ji bo debara wan zêde bibe amade dikin li hundirê welêt û derveyî welêt gelek tên ecibandin.
Li bajêr bacan, îsot û xiyar ji aliyê jin û qîzên xama ve di mal, baxçe û zeviyan de tên hişkkirin. Ev xwarinên ku li Gazîantebê cihekî taybet digire û ji bo zivistanê tên amadekirin di salên dawîn de bû sektorekê.
Kesên li Ewropayê û xeribiyê dijîn van xwarinan dikirin û ev jî dibe alîkar ku malbatên aboriya wan zêde ne baş e, debareke baş bi dest bixin.
Şaban Gokdenîzê ku li ser rêya balafirgehê li ser girên bilind zebze û fêkiyan hişk dike daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Gokdenîz diyar kir ku ew di zeviyên kirê kirine de bacan, îsot û xiyaran direşînin, piştre wan ber hev dikin û hişk dikin. Gokdenîz diyar kir ku ev kevneşopiyeke Entabê ye û wiha axivî: "Em zebzeyan ji bo ku bê qoqilandin ji jinan re dişînin û piştî ku ew hatin hişkkirin em wan difiroşin."
Gokdeniz diyar kir ku zebzeyên wan organ+ik in û ew hormon bi kar naynin. Bi taybetî jî kesên ku li xurbetê dijîn zêde van distînin.