ANKARA
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê bi dest xist, bihayê benzînê dîsa zêde bû. Bi vê zemê, lîtreya benzîna bêqurşûn a 95 oktanê ya ku li Enqere û Stenbolê bi 4,81-4,82 lîreyî dihat firotin, derket 4,92-4,93 lîreyan. Li Îzmirê jî ji 4,82-4,83 lîreyî derkete 4,93-4,94 lîreyan.
Li her sê bajarên mezin, lîtreya benzîna bêqurşûn a 97 oktanê dihat firotin jî di navbera 4,99-5,03an de zêde bû û dê wisa bê firotin.
Bihayê lîtreya benzîn û mazotê yê perakende li gor şert û mercên şirketên belavker, bajar û reqabetê li hin deveran bi çend qurişan ferq dike.