Li navçeya Silifkeya Mêrsînê ji ber ku hewa germ e darên alûceyan fêkî dan.
Serokê Yekîtiya Berhênerên Alûcan ê Silifkeyê Mustafa Goktaş di daxuyaniya xwe ya rojnamevanan de diyar kir ku darên alûcan bi hewaya tavê xapiyan û 4 kîlo fêkî dan.
Goktaş got ku ev cara yekem e ku di meha çileya pêşîn de wiha zêde fêkiyan dibînim û wiha got: "Em bi fikar in ku dibe ku di meha avrêlê de dar fêkiyan nedin. Em nizanin gelo em şa bibin an li ber xwe bikevin."