İbrahim Atmaca
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Îdxalata xaza siruştî ya Tirkiyeyê ya 2016an li gor 2015an ji sedî 4,2 kêm bû û heta 46 milyar û 352 milyon metrekupî daket.
Saziya Vesazkirinê ya Piyaseya Vejenê (EPDK) "Rapora Sektora Piyaseya Xaza Siruştî ya Sala 2016an" weşand.
Li gor raporê îdxalata xaza siruştî ya Tirkiyeyê ya par, li gor pêrar ji sedî 4,2 kêm bû û heta 46 milyar û 352 milyon metrekupî daket
Ji sedî 16,4ê îdxalatê, xaza siruştî ya rohn (LNG) ye. Ew jî dike 7 milyar û 627 milyon metrekup.
Par xaza siruştî herî zêde ji Rûsyayê hat îdxalkirin. Di 2016an da ji Rûsyayê 24 milyar û 540 milyon metrekup xaza siruştî hat îdxalkirin. Ji Îranê 7 milyar û 705 milyon û ji Azerbeycanê jî 6 milyar û 480 metrekup hat îdxalkirin.
Li gor raporê dihat texmînkirin ku Tirkiyeyê di sala 2016an da 49 milyar 562 milyon metrekup xaza siruştî bişewitîne, lê ev texmîn kêm derket û dawiya salê ji 6,4 kêm bû û 46 milyar û 395 milyon metrekup hat şewitandin.
Ji aliyekî din va ji dawiya 2016an pê va 12 milyon û 496 hezar û 511 aboneyên xaza siruştî hatin çêkirin.