Önder Beyter
30 Gulan 2017•Rojanekirin: 30 Gulan 2017
ANKARA
Endeksa îstixdama înşeatê di yekemîn çaryeka îsal da li gorî çaryeka beriya wê ji sedî 3,5 para çû.
Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) endeksên hêza şixul a sektora înşeatê ya çaryeka yekemîn a vê salê eşkere kirin.
Li gorî vê, endeksa îstixdama înşeatê ya ku li dervayî bandora demsal û salnameyê dimîne, di yekemîn çaryeka îsal da li gorî çaryeka beriya wê ji sedî 3,5 para çû. Endeksa îstixdama înşeatê ya ku li dervayî bandora salnameyê dimîne jî li gorî heman çaryeka sala borî ji sedî 12,6 kêm bû.
Endeksa ucreta brut-meaş a sektorê, li gorî çaryeka dawîn a sala borî ji sedî 0,4 ket. Endeksa ucreta brut-meaş a sektora înşeatê ya ku li dervayî bandora salnameyê dimîne, li gorî heman çaryeka sala borî ji sedî 1,1 zêde bû.