Çîçek di hevdîtinê de diyar kir ku Tirkiye û Iraq du dewletên ku cînarê hev in. Heger li cem cînaran pirsgirêkek hebe, ev pirsgirêk cînarên dinê jî aciz dike û wiha axivî:
"Ev yek him ji bo me û him jî ji bo dewletên wekî me jî derbas dibe. Tirkiye tewahiya axa Iraqê û hizûr û aramiya Iraqê dixwaze. Em dixwazin hûn di her warî de di nav aştî û aramiyê de bijîn. Heta niha çi ji destê me hatiye me kiriye û em ê ji vir pê de jî bikin."
Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Hoşyar Zebarî jî diyar kir ku ziyareta Serokê Komîsyona Karên Derve Volkan Bozkir a li Bexdayê jî ji vê hevdîtinê re bû sedem.
Zebarî got ku "Di van du salên dawîn de têkiliyên Iraq û Tirkiyeyê de qeyranek heye." Zebarî bal kişand ku Iraq piştî Almanyayê herî zêde bi Tirkiyeyê re ticaretê dike. Lê ev qeyrana siyasî ji bo têkiliyên aboriyê û ticaretê nabe asteng û wiha axivî:
"Heger em van pirsgirêkan zû çareser nekin dê ev qeyran mezintir bibe. Li herêmê pirsgirêk û çareseriyên me yên hevbeş hene. Teqîn û bûyerên terorê yên ku li Iraqê diqewimin helbet bandorê li we jî dikin. Bûyerên li Sûriyeyê him we û him jî me eleqedar dikin. Li cem me 235 hezar penaberên ji Sûriyeyê hene, li cem we jî hene. Divê em hin pirsgirêkên herêmê ji binî ve çareser bikin."
Zebarî diyar kir ku li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê û ji bo çareserkirina pirsgirêkên berê reformên ku li TBMMyê tên kirin jî ji nêz ve dişopînin û piştgiriyê didin van reforman û wiha axivî:
"Heke li sînorê me aştî pêk were ev ji bo me jî gelekî baş e. Heger em pirsgirêkên xwe ne li ber çapemeniyê, bi rêyên siyasî û dîplomatîk çareser bikin, tu pirsgirêkeke ku çareser nebe tuneye. Ez kesî rexne nakim, helbet kêmasiyên her kesî hene."