ANKARA
Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna "Hevdîtina Waliyan" a ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ya li "Avahiya Bajaran" hat lidarxistin axivî.
Davutoglu di destpêka axaftina xwe de der barê êrîşa bibombe ya ku li Kabula Efxanistanê hat kirin de axivî û wiha got: "Tirkiye dê li hember van êrîşan tu carî bibiryariya xwe xira neke û piştgiriya ku ji bo îstiqrar û aramiya Efxanistanê dide dê berdewam bike. Gelek daxuyanî hatin dayîn, yek ji van daxuyaniyan de jî nehat gotin ku hedef Tirkiye an jî tirk in. Her çi awayî dibe bila bibe, em hem ew kesên ku vê êrîşa namerdî kirin lenet dikin û hem jî dixwazin ku ew bên cezakirin."
- "Waliyên me hemşehriyên Tirkiyeyê ne"
Davutoglu got ku walî herin li ku ew der dibe cih û wargehên wan û got ku 81 bajarên Tirkiyeyê ji hev xweşiktir in.
Davutoglu Mêrdîna xwedî şaristaniyeke qedim wek "bajarê bîblo ya ku dijî", Kirşehir ji ber ku toximê gelek kevneşopan li wir hatine avêtin "bajarê toxim", Erzirom wek "bajarê kele", Bursa wek "bajarê mezin" û Konya jî wek "bajarê navendî" bi nav kir.
- Zagona Ewlehiya Navxweyî
Serokwezîr Davutoglu der barê Zagona Ewlehiya Navxweyî de jî wiha axivî: "Zagona Ewlehiya Navxweyî li Meclisê ye. Ez cardin bangî partiyên me yên mixalefetê dikim. Birêz Kiliçdaroglu, Birêz Bahçelî, Birêz Demirtaş û her parlementer. Ji bo demeke kurt bifikirin ku hûn şeva 6ê cotmehê li Batmanê bûn, bifikirin ku hûn şeva 7ê cotmehê li Sêrtê bûn. Fêm bikin ka bê çi hat serê mirovên ku li wir dijîn. An jî xwe bixin şûna bavê Yasîn Boru ku Yasîn ji qatê 4emîn hat avêtin. An jî bifikirin ku dikanek, kargeheke ku bi salan ked û emeg hatiye dayîn û paşê hatiye çêkirin, li ber çavên we dişewite. Hûn ê çi hîs bikin? Çi eleqeya vê bi azadiyê re heye?"
Davutoglu wiha axivî: "Hûn çawa bi şewqet nêzî gel dibin, hûnê ewqas bihêz li hember van kesên ku tundiyê dikin bisekinin. Heke hûn şewqetê li wan bikin an bibêjin "ji bo niha em hinekî bisekinin" ev zeaf e. Lewra ew şewqetê nîşanî gel nadin."