Li gor daxuyaniya Rêxistina Mafên Mirovan ya Sûriyeyê (RMMS) hêzên artêşa rejîmê li bajarên ku di destê muxalifan de ye ji hewa û erdê operasyon li dar xistin. Di operasyonan de li Helebê 21, li Kuneytrayê 7, li Derayê 6, li Hamayê 5, li Îdlib û Xumûsê her yekê 4 û li berbajarê paytext Şamê 3 kes, bi tevahî 50 kes mirin.
Ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê daxuyand ku hêzên ewlehiyê li Hama, Xumûs, Heleb, Îdlib û berbajarê paytext Şamê operasyon li dar xistin. Di operasyonan de gelek komên çekdar hatin kuştin, wesaîtên wan hatin şewitandin û çekên wan hatin bidestxistin.