TUNCELÎ
Tûnceliya ku bi salan e bi bûyerên terorê diket rojevê dixwaza bi pêvajoya çareseriyê re bi Parka Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê, cihûwarên dîrokî û turistî û xwezaya xwe derkeve pêş.
Midûrê Çand û Turîzmê yê Bajêr Îsmet Hakan Ulaşoglû got ku berê Tûncelî bi pirtûkeke biçûk dihat nasandin, lê îro bi 20 berhemên cur be cur tê nasandin.
Ûlaşoglû îfade kir ku di salên dawîn de bi alîkariya waliyên herêmê ji bo nasandina Tûnceliyê rêberok, brojşur, pirtûk, nexşe, dîmen û gelek materyal amade kirine û wiha dewam kir: "Bajarê me wek xezîneyeke nehatiye keşfkirin e. Daxwaza me ew e ku em bajarê xwe baş bidin nasîn, bajarê me bi hemû xweşikiyên xwe derkeve pêş û seredana turîstan zêdetir bibe. Ji bo vê me gelek ber û berhem amade kirin. Xebatên me dewam dikin."
Ûlaşoglû diyar kir ku li Parka Neteweyî ya Geliyê Mûnzûrê hezar û 518 cure giha hêşîn dibin, jê 47 gihayên xweser yên vê herêmê tenê ne.
Ûlaşoglû got ku Parka Neteweyî ji hêla giya û sewalan ve zehf dewlemen de û wiha dewam kir: "Masiyên deqsor ên di Çemê Mûnzûrê de dijîn li kêm cihan hene, ev masî cureyekî endemîk e û pir bi tehm in.
Çemê Mûnzûrê dişibe Robara Ganjê
Ûlaşoglû got ku niha bêje û peyv têrê nakin ku mirov xweşikiyên Mûnzûrê vebeje, ji bo Hindistanê qîmeta Robara Ganjê çi be ji bo dêrsimiyan jî qîmeta Çemê Mûnzûrê ev e.
Ûlaşoglû bal kişand ser cihûwarên dîrokî û çandî yên Tûnceliyê û wiha axivî: "Li Tûnceliyê 106 cihên dîrokî û çandî yên tescîlkirî hene. Hê jî xebatên me yên tescîlkirinê dewam dikin. Em ê xebatên xwe bidomînin. Di heman demê de ji bo restorêkirinê jî em dixebitin."
Ûlaşoglû bangî xwezahez û dîrokhezan kir û got: "Ew xweşikiyên ku hûn di belgefîlm û televîzyonan de dibînin, hûn dikarin bên li vir bibînin. Em li benda hatina we ne."