DİYARBAKIR
Wezîrê Xwarin, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker ji bo rojnamevanên li Navenda Perwerde û Lêkolîna Çandinî ya Navneteweyî ya GAPê fitarek da. Wezîr Eker pirsên rojnamevanan bersivand û diyar kir ku êdî nan dê bi ar, av, xwê û hevîrtirşkê bê pehtin û armanca wan ew e ku nan bi tenê wek arê genim bê çêkirin.
Eker wiha got: "Heta niha 17 cure tişt dixistin nava nan. Lewra kapeka nan derdixistin û difrotin. Piştre ji bo ku arê mayî jî hev bigire tiştên din dixistin nava nan. Me van hemûyan qedexe kir. Me par eşkere kir ku êdî ev rewş de bê qedexekirin. Di 1ê tîrmehê de jî rêzikname û teblîx hatibû derxistin."
Mehdî Eker ragihand ji bo ku nan ji vir şûn de tenê wê bi arê genim, av, hevîrtirş û xwê bê pehtin û wiha pê de çû: "Fabrîka piştî 1ê tîrmehê êdî tiştên din nikaribûn bixin nava ar. Yên ku niha tên firotin jî piştî 1ê tebaxê êdî nayên firotin. Kesên ku dixwazin nanên cuda bistînin jî wê di pakêtên taybet de bikaribin bistînin. Rêjeya kapeka nanê somin ku gelek kes wî nanî dixwin wê bê zêdekirin. Rêjeya xwê jî dê bê kêmkirin û bi tenê av û hevîrtirşk dê bê bikaranîn. Em ê vê bişopînin û heke febrîqeyên ku li dijî vê destûrê derdikevin bên tespîtkirin, dê cezayeke giran bixwin. Em ê 11 hezar lîra cezayê bidin wan."