Önder Beyter
11 Rêbendan 2018•Rojanekirin: 13 Rêbendan 2018
HAKKARÎ
Li Şemdînliya navçeya Hekariyê xwendekarên ku amadekariya zanîngehê dikin ji bo dibistanên gundan çalakiya helbest û muzîkê li dar xistin.
Xwendekarên ku di bin sîwana Navenda Perwerdeya Gel a Şemdînliyê da amadekariya zanîngehê dibînin, li salona konferansê ya navendê kilam û stran gotin û herwiha helbest xwendin.
Polês, mamoste û welatiyan eleqeyeke germ nîşanî çalakiyê dan.
Xwendekar Armanc Yilmaz di axaftina xwe ya li vir da diyar kir ku ew bi hêza hunerê ku mirovan dike yek, hatin cem hev.
Yilmaz destnîşan kir ku dahata çalakiyê wê bi destê rayedaran were berhevkirin û paşê seba dibistana gundekî wekî alîkarî were dayîn û wiha dewam kir:
"Ji mensûbên ewlekariyê polês û cendirmeyan bigire heta mamoste û welatî gelek kesî beşdarî çalakiya me bûn. Em ji ber vê yekê spasiya tevan dikin. Ji ber ku ev çalakiyeke alîkariyê bû û herwiha ji bo ku salon tijî bû em gelekî kêfxweş bûn."