Muhammet Kurşun
04 Sibat 2017•Rojanekirin: 05 Sibat 2017
İSTANBUL
Serokwezîr Bînalî Yildirim înşaeta bircê herî bilind li Stenbolê û Tirkiyê ziyaret kir û got binêt in heta Remezanê xelas bikin.
Yildirim li Çamlicaya Biçûka Stenbolê kontrola bircê herî bilind kir ji Wezîrê Behrevanî û Ragihandinê Ahmet Arslan û Waliyê Stenbolê Vasîp Şahîn agahî wergirtin.
Serokwezîr bi rojnamevanan re sohbet kir û ji wan pirsî ka gelo ecibandine yan na. Piştre got ku birc herûher bilind dibe.
Yildirim der barê birc de agahiyên wiha dan:
"Birc bi asanî nehat vî halî. Di binê erdê de bi kûrahiyê 21 metroyî hat kolandin û temelê beton hat avêtin. Bilindiya bircê betonî 220 metro û 50 sanîmetre ye, li ser wî jî wê 145 metro cîhazê sînyalê heye ku antêna pola dê bikeve ser. Bi tevahî 365 metro û 50 santîmetre dibe. Dema em li gor asta behrê bipîcin 583,5 metro bilind e. Bi vî halê xwe avahiya herî bilind a Stenbolê ye."
Yildirim got dema birc xelas bibe dê antênên pola yên li Çamlicayê hemûyan rakin.
Der barê zemanê xelasbûnê jî Yildirim got:
"Heta dawiya Remezanê em dixwazin vekin. Ji bo em berî Eyda Remezanê vekin hevalên me bi şev û roj dixebitin. Ne asan e. Înşellah problemek dernakeve."
- Yildirim henek kir
Rojnamevanekê jê pirsî "Gelo tirsa we ya bilindiyê heye? Dema xelas bû hûn dikarin derkevin ser?" Yildirim wiha cewab da: "Were em bi hev re derkevin. Tu ditirsî?"