Rauf Maltaş
31 Gulan 2023•Rojanekirin: 02 Hezîran 2023
Der û dora Gola Masiyan a li Şanliurfayê ku ji aliyekî da erdhejên Kahramanmeraşê û ji aliyekî va jî lehiyên ku li bajêr rabûn zirar danê, wekî eslê xwe tê restorekirin.
Sala par kemberên alî rojhilat ên Gola Masiyan zirar dîtibûn û li ser vê jî bi piştgiriya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê va xebatên restorekirinê dest pê kir.
Wisa tê gotin ev Gola Masiyan a li Şanliurfayê devera ku Hezretî Îbrahîm avêtine nav agir e û ew li wê herêmê hatiye dinyayê û mezin bûye.
Gola Masiyan û der û dora wê tên restorekirin û di rojên pêş da jî wê ekîbên şaredariyê di qada peyzajê da li Mizgefta Dergeh, Rizwaniye, Qada Şanogeriyê û devera di nav Kelha Rihayê da dimîne kar û xebatên xwe bikin.
- Xebatên dawîn tên kirin
Midûrê Weqfa Parastinê ya Hawirdora Gola Masiyan Siraceddîn Îlhan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li herêma wek nîşaneya bajêr e xebatên restorekirinê bi lez û bez û baldarî tên kirin.
Îlhan destnîşan kir ku xebatên restorekirinê gorî eslê Gola Masiyan tê kirin û wiha pê da çû: "Salên borî kemberên Gola Masiyan zirar dîtibûn. Me ji ber vê dest bi tedîlatê kir. Me plan dikir ku em di 11ê nîsanê da vekin. Lê ji ber erdhejên 6ê sibatê û lehiyên rabûn xebatên me rastî astengiyan hatin. Niha em xebatên dawîn dikin û heta 10 rojan wê biqede, reng û rûyê Gola Masiyan wê wekî berê be. Minareya Mizgefta Rizwaniyeyê jî zirar dîtibû. Nûkirina wê jî qediya. Gola Masiyan wê bi reng û rûyê xwe yê nû ji turîzmê ra xizmetê bike."
Mehmet Şanliyê ji Şanliurfayê jî got hewaya vî mekanê pîroz cuda ye û wiha axivî: "Kemberên sembola Gola Masiyan zirar dîtibûn, hilweşiyabûn. Ew hatin nûkirin û wê ji bo xizmetê bên vekirin. Xwedê ji kesên ku keda wan li ser vê çêbûye razî be."
Îbrahîm Gergerlî jî wiha got: "Erdhej çêbû, lehî rabû. Gola Masiyan vedigere rojên xwe yên berê. Kemberên wê tên çêkirin, paqijî tê kirin û xebatên baş tên kirin. Em spasiya kesên ku keda wan heye dikin."