Sayim Harmancı
02 Hezîran 2023•Rojanekirin: 07 Hezîran 2023
Merşika Hekariyê ku her neqşeke wê xwedî wateyeke cuda ye, ji Saziya Patent û Markeya Tirkî, belgeya tescîla îşareta cografî sitend.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê ya li ser medyaya civakî, merşikên destî yên ku ji nirxên çandî yên giring ên wî bajarî ne, sembol û neqşên wê çanda herêmî nîşan dide.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku merşika Hekariyê ji aliyê Saziya Patent û Markeya Tirkî ve hatiye tescîlkirin û wiha hat gotin:
"Hat tescîlkirin ku Merşika Hekariyê û motîfên ku li serê tên neqşiandin ên weke canbezar, sehvanî, gulsarya, herkî, samarî, lûleper, simkubik, cilgul, gulhezar, xalitbeg, keskener, sine, gulçin, gulsîvan, hevçeker, taybet in bi Hekariyê. Merika Hekariyê bi piştevaniya Ajansa Geşepêdana Rojhilatê Anadoluyê ku Walî û Şaredarê Hekariyê Îdris Akbiyik Serokatiya Lijneya wê ya Rêveberiyê dike, bi navê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê hat tescîlkirin. Bi vê tescîlkirinê re hejmara berhemên tescîlkirî yên bajêr gihişt 9an."