Salim Xemexan
28 Hezîran 2017•Rojanekirin: 29 Hezîran 2017
HELEBCE
Berpirsê Rêveberiya Geştûguzariya Helebceyê Serdar Elî der barê geştiyariya li herêmê de got: "Li gor daneyên seretayî di 3 rojên Eyda Remezanê de ji 10 hezar kesî zêdetir seredana cihên geştiyariyê kirine. Em çavnêriya geştiyarên zêdetir dikin di van rojên tatîlê de."
Geştiyarên Helebceyê ji her bajar û navçeyên Iraqê berê xwe didin Helebceyê. Yek ji wan gencê bi navê Hesen Ferîd, xelkê Diyaleyê ye. Ew bi grûbeke hevalan hatine zozanên Ehmed Awa û xweşiya li wê deverê dijîn.
Hesen Ferîd bo peyamnêrê AAyê hestê xwe wiha anî ziman:
"Me navûdengê vî cihî bihîstibû. Em bi hevalên xwe re hatin ku wextekî xweş derbas bikin. Dema ku hatin jî me xweşiyeke ji navûdengê wê zêdetir dît. Av û hewaya ciwan bala me kişand. Ev dîmen ji bo me yadîgara herî xweş e. Înşellah em dixwazin careke din jî bên û xizmên xwe jî bi xwe re bînin."
Berpirsê Rêveberiya Geştûguzariya Helebceyê Serdar Elî der barê geştiyariya li herêmê de got: "Li gor daneyên seretayî di 3 rojên Eyda Remezanê de ji 10 hezar kesî zêdetir seredana cihên geştiyariyê kirine. Em çavnêriya geştiyarên zêdetir dikin di van rojên tatîlê de."
Serdar Elî zêdetir agahî dan û got par nêzîkî 25 hezar kesî seredana Helebceyê kiriye.