Haydar Şahin
04 Tebax 2018•Rojanekirin: 05 Tebax 2018
ELAZIG
Li Elezîzê Taxa Xarputê ya ku li gor çavkaniyên nivîskî xwediyê şaristanî û çanda 4 hezar salî ye bi destê saziyên hevkar xebatên restorasyonê tên meşandin. Di encama xebatên kolan û restorasyonê da der û dora taxê guherî. Taxê ji bo dîtina ziyaretvanan amade dikin.
Xarputê ji heyamên antîk vir da ji şaristaniyên Urartuyan, Hurriyan, Asûriyen, Selçûqiyan, Bîzans û Osmaniyan ra malxwedîtî kiriye û bi berhemên ji wan çaxan mane va Xarput wekî muzeyeke servekirî ye.
Li Xarputê merzelê gelek ewliyayan hene, Tirk, Kurd, Ereb, Ermenî û Rûman li navçeyê bi xweşbîniya Îslamê bi hev ra jiyana xwe domandin û ji ber vê jî navçe mozaîka çandê ye.
Di encama hewlên Şaredariya Elezîzê da Xarput tevlî "Lîsteya Mîrata Berwext a Dinyayê" ya Rêxistina Çand, Zanist û Perwerdeyê ya Neteweyên Yekbûyî (UNESCO) kirin. Hedef ew e ku bi xebatên saziyên hevkar Xarputê têxin lîsteya esil a UNESCOyê.

Bi xebatên kolan û restorasyonê va her sal rewşa Xarputê guherî û tê dîtin ku jimara ziyaretvanên tên navçeyê jî her diçe zêde dibin.
Midûrê Turîzm û Çandê yê Bajêr Ahmet Demîrdag daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li gor çavkaniyên nivîskî dîroka Xarputê digihêje 4 hezar berê.
Demîrdag destnîşan kir ku Xarputê ji gelek şaristaniyan ra malxwedîtî kir û got, "Xarput wekî muzeya servekirî ye."

Demirdag axaftina xwe wiha domand:
"Li gor çavkaniyên nivîskî em dibînin ku pêşiyê rêça Asûrî û Hurriyan li vê derê heye. Wekî mayîn Kelha Xarputê ya 3 hezar salî ya ku di heyama Urartuyan da hatiye çêkirin jî hetanî îro li ser piya ye. Dema li hundirê kelhê tê mêzekirin rêça Bîzans, Roma, Selçuqî û Osmaniyan tê dîtin. Ya rastî ji Asûriyan hetanî îro gelek şaristaniyan li vê derê hikmê xwe domandine. Li vê derê dîn, ziman û çandên cuda hatine dîtin. Li Xarputê mizgeft jî hene dêr jî."
- "Dibê her kes Xarputê bibîne"
Hasan Canê ku ji Diyarbekirê hatiye ziyareta navçeyê got kêfa wî bi dîrok, mîmarî û çanda Xarputê ra tê û her sal bi malbatî vê derê ziyaret dikin.
Can bangî welatiyan kir ku bira Xarputê bibînin û wiha pê da çû: "Lewra meriv bi tenê dikare bi dîrokê va li ser piyan bimîne. Ez ji hemû saziyên keda wan tevlî xizmetên li vê derê bûne ra sipas dikim. Em li tirbe, keleh û Mizgefta Mezin geriyan. Dibê nifşên nû jî vê derê bibînin. Bi taybetî dibê ciwan werin van deran ziyaret bikin."