DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê bi destê Wezareta Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê ve her sal di meha îlonê de "Festivala Zebeş û Çandê" tê lidarxistin. Ji bo zebeşên ku dê di festivalê de bikevin pêşbaziyê, pêşhilbijartin tên kirin.
Ji bo nasandina zebeşên Diyarbekirê yên ku di rabirdûyê de bi deveyan dikişandin û bi şûran dihatin parçekirin festival tê lidarxistin. Zebeşên ku dê di çarçoveya festivalê de bikevin pêşbaziyê tînin Saziya Goşt û Masiyan a Diyarbekirê.
Zebeşên ku giraniya wan di navbera 40 û 62 kîlogramê de diguherin, bi zorî tên kişandin. Muamelaya pîvana zebeşan di bin çavdêriya cotyar û rayedaran de bi hesasiyeteke mezin tê kirin.
Adil Aydinê ku li navçeya Bismîlê çandiniya zebeşan dike daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ji bo ku digel Tirkiyeyê zebeşa navdar a Diyarbekirê li cîhanê jî bidim nasandin, çandiniya zebeşan dikim.
Aydin got ku di salên berê de me zebeş li qeraxê Robarê Dîcleyê datanîn û wiha axivî: "Cotyar êdî piranî di zeviyên xwe de çandiniyê dikin. Gelek cureyên zebeşa Diyarbekirê hene. Zebeşên "Surme" bi gubreya kevok û kurmikan mezin dibin. Wezareta Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê û walitî piştgiriya gubreyê dide cotyaran. Îsal dê 150 cotyar beşdarî pêşbaziyê bibin û dê ji du pêşhilbijartinan derbas bibin. Ez di festivalê de 6 sal li ser hev bûm yekemîn. Par zebeşa min a bi qasî 49 kîlo û 600 gramî bibû yekemîn. Îsal jî armanca min yekemînî ye. Armanca min ew e ku ez sala bê giraniya zebeşê derxînim 70 kîlogramê."
- "Zebeş di axa cotnekirî û neavdayî de mezin dibe"
Cotyar Mehmet Atli jî destnîşan kir ku zebaşa Diyarbekirê li merayan tê çandin û sedemê mezinahiya wê jî ev e. Atli diyar ki ku zebeş li her axê ev qas mezin nabe. Atli got ku zebeş di axa necotkirî û neavdayî de mezin dibe û wiha axivî: "Em gubreya kevok û kurmikan li zeviyên zebeşan dikin. Em zebeşên xwe her sal li eraziyekî nû diçînin. Em analîza axê dikin û zeviyên cotnekirî dibînin û her sal li gundên cuda zebeşan datînin. Par giraniya zebeşan 49 kîlogram bû îsal giraniya wan derket 60 kîlogramê. Em her sal hedefa xwe mezin dikin."