Hunermendê şanoyê Nejat Ûygûr (86), çû ber rehma Xwedê.
Ûygûrê ku li Nexweşxaneya Medîstateyê ya Kavacikê dihat dermankirin çû ber rehma Xwedê.
Nejat Ûygûr di sala 1927an de li Kilîsê jidayik bû. Dibistana destpêk û seretayî li herêmên cuda yên Anadoluyê xwend. Pişt re dest bi beşa Peyker a Akademiya Hunerên Xweşik kir, lê ji akademiyê mezûn nebû. Hunermendê hoste û gewre di sala 1949an de dest bi "Şanoya Nejat Ûygûr" kir. Di sala 1950î de bi Necla Ûygûr re zewicî.
Hunermend di sala 1998an de ûnvana "Hunermendê Dewletê" wergirt. Ûygûr, di sala 2007an de, di Pêşbirka Navdarên TVyê ya Perperoka Zêrîn de "Xelata Taybet a Piştevaniya Sala Şanoyê", 2006an de Xelata Çand û Hunerê ya Kemal Sûnal "Şanogerê Herî Serkeftî" û 1999an de 22yemîn Xelata Şanoyê ya Avnî Dîlîgîl "Xelata Rûmetê ya Belkis Dîlîgîl"ê wergirt.
Herwiha Ûygûr di sala 2007an de di fîlmê Beyaz Melek, 2004an de Vîzontele Tuuba,1974an de Nargîleya Cafer, 1971an de Cefer Begê Baş, Xizan û Kubar û 1970yan de Cefer Beg de leyîst.
Di 10ê îlona 2007an de rehên mêjiyê Ûygûr xitimîn û bû felc û bavê pênc zarokan bû.