HAKKARÎ
Hunermendê navdar Kadîr Înanir, li ser vexwendina Walîtiya Hakkariyê bi mebesta vekirina hêwana sînemayê çû Hakkariyê û piştî vekirinê jî digel hunermendê hakkarîyî Aydin Aydin û derhêner Ganî Ruzgar Şavata çû serlêdana gundiyên Bagişliyê û li vir bûn mêvanê gundiyan.
Gundiyan ji bo Înanir qurban serjêkirin û cur bi cur xwarinên herêmî amade kirin. Înanir li vir xwarinên herêmî tehm kir û bi gundiyan re sohbet kir û li vir axivî: "Dema mirov baş be, dil pak be û bibawerî be lê hay dibe ku jiyan çiqasî xweş e û tu wateya şer û pevçûnan jî tuneye."
Înanir bal kişand li ser şer û pevçûnên bêwate û wiha dewam kir: "Gelo mirov nikarin çi parve bikin? Li dinyayê hinek bêedeletî hene. Em dê van bêedeletiyan ji holê rakin. Heke ev bêedeletî ji holê bên rakirin dê pirsgirêk jî ji xwe çareser bibin. Herwiha partiyeke nû bi navê Partiya Demokratîk a Gelan hat damezrandin. Ev partiyeke gelek watedar e. Ango ev partî dê bibe partiya hemû gelan ne tenê partiya herêmê. Dê bi hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê re mijûl bibe. Ev jî geşedaneke baş e û nîşaneya pêşveçûnê ye. Em di dawiya dawîn de wiha dibêjin, dema em bala xwe didine dîrokê şerên sed salan hene lê bi aştiyê qediyane. Şerê ku bi awayekî aştiyane dawî lê neyê tuneye. Wisa be dê ev jî bi awayekî aştiyane çareser bibe. Madem ku dawî aştî ye, sedema vî şerê çi ye, ma gelo heyfa tiştên ku em winda dikin nîne?"
Înanir, piştî serlêdana gundiyan digel hunermendê Hhakkarîyî Aydin Aydin û derhêner Ganî Ruzgar Şavata vegeriya navendê.