Perwer di strana xwe de methê wêrektî û qehremaniya pêşmergeyan dike û bangî wan dike ku ji Kerkûk û herêmên din dernekevin. Di klîba stranê de dîmenên pevçûnên pêşmergeyan cî digirin.
Menejerê Perwer Hecî Ehmed daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û got ku Perwer ji bo ku moralê bide pêşmergeyên ku li hember DÎŞIyê xaka Kurdistanê diparêzin, stranek çêkir, awaz dayê û stranê got.
Ehmed diyar kir ku stran li ser daxwaza Mesûd Barzanî an jî kesek din nehatiye çêkirin û wiha axivî: "Strana pêşmergeyan bi temamî bi fikr û înîsiyatifa Şivan Perwer bi xwe hatiye çêkirin. Ev stran wekî hewceyiyek hat dîtin û agahdarî nedan tu kesî. Lê belê dema klîp derket haya her kesê jê çêbû. Me pişt re ji gel, ji rayedarên hikûmetê, ji birêvebirên partiyan û pêşmergeyan bertekên gelek erênî sitandin. Her kes telefon dike û spasiyan dike. Dibêjin ku xebateke gelek xweş û di cî de hatiye çêkirin e."
Strana bi navê "pêşmerge" bi gotinên Şivan Perwer yên wekî "Kerkûk, Celewla, Şengal û Xaneqîn jî tevî xaka Kurdistanê bûn. Gelê me gelek êş û zehmetî kişandiye, gelek şehîd daye, rastî qetlîamên enfalê hatiye, ji axa xwe hat derxistin, derbeder bû. Niha herêmên welatê me yên di çarçoveya madeya 140emîn de ketine dest. Em dê van bernedin. Bernedin ey gelê min." dest pê dike.
Gotinên stranê wiha ne:
"Wa pêşmerge bernede/ çavê me pêşmerge bernede/ dilê me pêşmerge/ Xurt û wêrek û çelenk/ Parêzvanê welatê min li dozê xweş merge/ Kerkûk Kurdistan e/ Pêşmerge di nav de ne/ Şûnwarê kurdan e/ Hemû xelkên Kerkûk tev dost û bira ne/ Bernedin, bernedin/ Kerkûkê bernedin/ bernedin bernedin Xaneqîn û Şengalê bernedin/ Em ê canê xwe di ser de bin/ Da ku hûn bernedin/ Pêşmerge pêşmerge/ Warê bav û kalan e/ Rêbaza merdan e/ Şêx Mehmûdê Hefîd ta kalê Barzan e/ Gotin "Ya Kurdistan , ya neman"/ Kerkûk Kurdistan e/ Şengal Kurdistan e/ Xaneqîn Kurdistan e/ Benda 140emîn ji bo me jiyan e/ Benda 140emîn biparêzin ji bo me jiyan e."