Haydar Şahin
20 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2019
Kevirên ji Îdila navçeya Şirnexê tên derxistin û û ji bo peyarêyên Arnawid tên çêkirin di destê karkeran da dikevin şiklekî.
Karkerên ji Sêrt, Gazîentab û Afyonqerehîsarê û bajarên din hatin Îdilê bi varyozan kevên pê mekanên dîrokî dixemilînin dişkênin.
Li navçeya ku germahiya hewayê digihîje 45 pileyî karker ji bo keviran amade bikin di xudanê da dimînin, ji bo ku xwe ji tavê biparêzin jî bi şemsiyeyan siyê çêdikin.

- Bi varyozên 7 kîloyî dixebitin
Elî Acarê bavê 4 zarokan ê karker daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku ji sala 2005an vir da vî karî dike.
Acar destnîşan kir ku li gelek ciyên Tirkiyeyê kesên vî karê giran dikin hene, lêbelê li Şirnexê ji ber kelekela germê kar gelekî zor dibe.
Acar diyar kir ku keviran çarparsû dişkênin û paşê bi wan peyarêyan û parkan dixemilînin û wiha axivî: "Kevirên ku em nika çêdikin ew ê herin Hesenkêfa navçeya Batmanê."
Acar got ku xebata di binê tavê da wan gelekî diêşîne, germahiya hewayê derdikeve 45 pileyî, dema germa ji kevir û axê dikişe jî lê zêde dibe gelekî tengasiyê dikişînin.
Acar bal kişand ku dema keviran dişkênin carinan parçe dipekin li serûçavên wan jî dikevin û wiha pê da çû:"Em varyonê 7 kîloyê hetanî êvarê radikin û datînin lê germahî me gelekî diêşîne û kar zor dike. Hetanî ku şilî nebare em navbera nadin xebatê. Em ji keviran nanê xwe qezenc dikin. Li gor kevirên dişkênin pere qezenc dikin. Di rojê da di navbera 120 û 180 lireyî da pere qezenc dikin."

- "Em nanê helal dibin mala xwe"
Ethem Ozguyê bavê 5 zaran jî got 14 sal e di vî karî da dixebite û nanê xwe qezenc dike.
Ozgu tot hin kerker ji bo xwe ji tavê mihefeze bikin şemsiyeyan bi kar tînin û wiha axivî: "Bi van keviran bi piranî kûçeyên tûrîst lê digerin tên xemilandin. Lewra dibêjin ku emrê van keviran dirêj e û bi salan tamîş dibin. Kevir naşkê û xirab nabe."
Ozgu got ku her roj şebeqê di saet 06.00an da dest pê dikin û hetanî saet 19.00an keviran dişkênin û wiha pê da çû: "Li gor kevirên ku dişkênin pere qezenc dikin. Ji ber ku di binê tavê da bi varyoz dixebitin gelekî tengasiyê dikişînin lê nanê hela dibin malên xwe."