03 Tebax 2016•Rojanekirin: 04 Tebax 2016
HAKKARÎ/ŞIRNAK
Piştî ku pêşnumaya qanûnê ya derbarê bila Cizîr û Yuksekova bibe bajêr pêşkêşî TBMMyê hat kirin, şêniyên navçeyê kelecanî bûn.
Li gor pêşnumaya pêşkêşî serokatiya TBMMyê wê navê Hekariyê bibe "Colemêrg", navê Şirnexê jî bibe "Nûh" û wê ev bajar bibin navçe. Herwiha wê Yuksekova û Cizîr jî bibin wîlayet. Nûnerên saziyên sivîl û akademîsyenên li her du navçeyan ji bo vê biryarê kêfxweş bûn.
Serokê Odeya Sinayî û Bazirganiyê ya Yuksekovayê (TSO) Salih Ozdemîr ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku Yuksekova ji hêla cografiyayê va hêja ye û divê bibe wîlayet.
Ozdemîr got ku ew dixwazin Hekarî dîsa wekî wîlayet bimîne û wiha dewam kir:
"Em minetdarê Birêz Serokomar, hikûmet û kesên di vê mijarê da ked dane. Ji bo wê Yuksekova bibe wîlayet niştecihên herêmê kelecanî bûn. Hêviya me ew e ku piştî ku navçeya me bibe wîlayet, ew bûyerên nexweş û dilsoj li paş me bimînin. Înşallah ev biryar ji bo me bibe moral û motîvasyon û bi vê wesîleyê xwîna ku dirije bisekine. înşallah wê ji vir û pê va navê me bi bûyerên terorê ra neyê hildan. Înşallah wê ji bir û pê va, li ser vê erdnîgariyê kelecan, bazirganî, turîzm hebe. Înşallah wê deriyên balafirgeh û gumrikê jî vebin."
Serokê Odeya Ziraeta Yuksekovayê Adnan Onay jî diyar kir ku biryarê gelekî bi kêrî aboriya bajêr were û wiha pê da çû:
"Li Yuksekovayê eraziyên çandiniyê 420 hezar donim in. Nifûsê Yuksekovayê ji yê gelek wîlayetan zêdetir e. Ev der di navbera du hidûdan da ye. Em spasdar û minetdar in ku birêz Serokomarê me ev xal ferq kir. Bi parêzgehbûnê ra qîmeta Yuksekovayê bêtir be. Veguhezîna ji navçeyê ber bi parêzgehê dê bibe sedema kelecaneke mezin. Ev biryar dê gelekî sûd û mefaya xwe seba xelkê xizan ê Yuksekovayê hebe. Xelkê Yuksekovayê bi kelecan e. Li ser navê xelkê bajêr ez spas dikim."
- "Emê Şirnexê hembêz bikin"
Serokê Odeya Esnaf û Zenaetkarên Cizîrê Hafzullah Mehmduhoglu jî diyar kir ku ew ji biryarî gelekî xweş in.
Memduhoglu destnîşan kir ku Cizîr di tevahiya dîrokê da navendeke muhîm e û wiha got, "Statuya parêzgehiyê dê pir bi kêrî Cizîrê bê. Em biryarê, wekî heq hate ciyê xwe, dibînin. Ji ber bûyerên dawiyê esnafê me gelekî desteng bû, ev biryarê ji bo wan jî baş be. Xwezî Şirnex jî wekî parêzgeh bimaya. Şirnex ev çendîn sal in me hembêz dike, êdî dora me ye, emê Şirnexê hembêz bikin."
Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Cizîrê Suleyman Çagli jî got ku ew ji biryarê zehf memnûn in.
- "Em ji Serokomar Erdogan ra spas dikin"
Midûrê Dibistana Bilind a Cizîrê Vedat Sonmez jî got ku ev biryar ji wan re bû sedema keyf û kelecaneke mezin.
Sonmez destnîşan kir di dîrokê de hetanî niha li Cizîrê gelek medeniyetên mezin cih girtine û ji ber vê bajarekî qadîm e. Sonmez dîsa got ku ew bawer dike ku di demeke kin de Cizîr wê gelekî mezin bibe û pêşve biçe.
Sonmez got ku ev biryar wê ji bo navçeyên derdora Cizîrê jî baş bibe û wiha axivî:
"Cizîr li ser sînora Iraq û Suriye ye, ev hem ji bo îtxalat û îxracatê hem jî ji bo hedefên 2023yan tiştekî gelek baş e. Ji bo ku Cizîr kirin wîlayet em ji Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û rayedarên din re jî gelekî spas dikin. Cizîr bi vê sayê wê dîsa înşellah bibe navenda perwerdehiyê."