Haydar Şahin
23 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2019
Osman Nergîzê li Şanliurfayê meslegê neqaşiya daran a ji heyama Osmaniyan vir da ji kal û bavên xwe maye didomîne ji bo ku yadîgara kal û bavan hînî nifşên nû bike dixebite.
Osman Nergîzê 65 salî yê li Taxa Sancaktarê dijî û bi navê "Neccar Osman" tê zanîn wekî ku ji kal bavê xwe hîn bûye neqaşiya daran didomîne.

Nergîzê ku Wezareta Çand û Turîzmê tevlî lîsteya "neqilkarên mîrata çandî ya neberbiçav" kiribû li qursên wezaret li derva û nav welêt vedike meslegê xwe û çanda Exîtiyê hînî nifşên nû dike.
Osman Nergîzê zenaetkar daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha axivî: "Hema bêje nîv sedsal e ez vî karî dikim. Pênc zarokên min hene û ez vê hunerê hînî wan jî dikim. Wekî mayîn neviyên min jî hîn dibin. 7 nifş in em bi malbatî vî karî didomînin. Ez meslegê ku ji bavê xwe hîn bibûm bi çanda Exîtiyê va hînî zarokên xwe û nifşên nû dikim."

Nergîz axaftina xwe wiha domand:
"Ez li gelek qursên li derva û nav welêt tên vekirin bi merivan ra têm ba hev û wê hunerê hînî qursiyeran dikim. Dema vê dikim jî ya girîng ew e ku çanda Exîtiyê didomînim. Çanda Exîtiyê ew e ku meriv hîn bibe û tişta ku hîn bûye jî hînî kesên din bike. Min di vê çarçoveyê da li qursên Wezareta Çand û Turîzmê li Balqanan vekirin perwerde da gelek xwendekaran."
- "300 fîgurî dineqişînim"
Nergîz destnîşan kir ku di gelek projeyên Wezaretê da cî girt û wiha pê da çû:
"Wezaretê kêmzêde 20 sal berê ez tevlî lîsteya "neqilkarên mîrata çandî ya neberbiçav" kirim. Min li Makedonyayê qasî 3 salan qurs dan. Xêncî vê min deriyê Mizgefta Murad Paşa ya li wê derê çêkir. Min li Şanliurfayê mînbera mizgeftên li Wargeha Gola Masiyan û aşê li wê derê çêkir. Ez di hunera xwe da çanda me ya herêmî dişopînim. Ez di berhemên xwe da kêmzêde 300 fîgurên ku min xêz kirine dineqişînim. Hin fîgurên çanda Şanliurfayê hene. Bi piranî motîfên wekî 'Dara Jiyanê, Çerxafelekê, çar bira, daîreyên li ber hev' hene.
- Li Medîneyê kursiyê waezê çêdike
Nergiz bal kişand ku di jiyana xwe da gelek berhem çêkirin û wiha axivî:
"Bi saya dostekî xwe, Xwedê hez bike ez ji bo Medîneyê kursiyekî waezê çêdikim. Kêmzêde 4 sal e ez li ser kursî dixebitim. Ji bo berhem bêqisur be hewl didim. Min nika kîtabeya kursî temam kir. Pîlana min ew e ku ji bo rojbûna Hezretî Pêxember li ser kursî 571 gulî bineqişînim. Di berhemê da ew ê gelek peyam hebin. Înşalleh em ê li ser navê dewletê di demeke nêz da li Medîneyê kursî nîşan bidin."
Osman Nergîzê 10 salî yê navê kalikê xwe hildaye jî got dixwaze ku wekî kalikê xwe bibe hosteyê neqişîndinê yê serkeftî.