19 Îlon 2017•Rojanekirin: 20 Îlon 2017
BOCNURD
Agirgedeya Espakhuyê li eyaleta Xoresana Bakur a Îranê ye û ji ber ku ji dewra Sasaniyan maye balê dikşîne.
Dîroknasê îranî Peyam Mîhnanî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û qala taybetiyên agirgedeyê kir. Mîhnanî diyar kir ku agirgede li gundê Espakhuyê ye û li wê derê herî zêde tirk dijîn.
Mîhnanî destnîşan kir ku dîroka perestgehê pir qedîm e û wiha got: "Ev avahî li eyaleta Xoresana Bakur, li herêma bakur e û tekane avahiya aîdê dewra Sasaniyan e (PZ 224-621). Avahî wê demê îbadetxaneya zerduştiyan bû û nêzî hezar û 750 sal berê hatiye çêkirin."
- Dişibe taybetiyên berhemên dewra Sasaniyan
Mîhnanî diyar kir ku di çêkirina avahiyê da kevir, xercê Xoresanê û rûnê ardiçê hatiye bikaranîn û dişibe taybetiyên berhemên dewra Sasaniyan û tê da qube û kemer hene. Mîhnanî got ku ji bo ku di erdhejan da xerab nebe, saxlem hatiye çêkirin.
Mîhnanî destnîşan kir ku avahî 12 mêtre û nîv fireh e, 21 mêtre jî bilind e, agirgede 10 sal berê ji aliyê Saziya Mîratên Çandî û Tûrîzmê ya Îranê va hat restorekirin.