Ferizat Kaya
22 Hezîran 2017•Rojanekirin: 23 Hezîran 2017
HEWLÊR
Şeva Leyletilqedrê li Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li bajarê Hewlêrê ji aliyê welatiyan va hat pêşwazîkirin.
Bernameya Leyletilqedrê li mizgefta Celîl Heyata yek ji mizgeftên herî mezin a Hewlerê ye, bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir û piştî nimêja terewîhê dia hat kirin.
Di şeva leyletilqedrê de Waliyê Hewlêrê Newzad Hadî jî bêşdarî bernameyê bû û daxuyanî da nûçegihanê AAyê. Hadî ragihand ku li hemû mizgeftên Hewlêrê îbadet û nimêj tên kirin.
Hadî got ku ew jî wek hemû kesan wezîfeya xwe ya dînî bi cih tîne û wiha dewam kir: "Digel rewşa ne baş ya Iraqê li Hewlêrê welatî bi ewle û aramî dikarin li mizgeftan îbadetên xwe bi cih bînin."
Piştî bernameyê xwarin û vexwarin li welatiyan belav kirin.