Hemin Othman Mohammed
31 Rêbendan 2025•Rojanekirin: 02 Sibat 2025
Li devera Hewraman a Text a ser bi Kurdistana eyaleta Îranê çalakiya Zemawenda Pîr Şalyar ku salê du caran tê pîrozkirin, berdewam e.
Zemawenda Pîr Şalyar a ku li devera Hewraman a Text a ser bi Kurdistana eyaleta Îranê ji hezar salî pê va, yek jê di naverasta demsala zivistanê û yek jê jî di demsala biharê da salê du caran tê pîrozkirin, 3 rojan diajo.
Di şahiyê da zarok bi kîsikan digerin û şekir û gwîzan berhev dikin. Malî qurbanan serjê dikin, serdana mala Pîr Şalyar dikin.
Her wiha di şahiyan da ekîbên erbaneyê û derwêş, bi qesîde û sirûdan li ber deriyê Pîr Şalyarê ku weke kesayetiyekî pîroz dibînin, semayê digirin.
Li gorî rîwayetan Pîr Şalyar kesayetiyekî olî yê devera Hewraman a Text bûye. Li ser wî gelek efsane û çîrok tên gotin û ji aliyê gelê herêmê va gelekî tê hezkirin. Gora wî jî her li heman deverê ye û xelkê herêmê serdana gora wî dike.