Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî li eyaleta Vîrgîniayê ya Amerîkayê di cîvîna ji bo kurdên li wir dijîn hat li dar xistin de axivî. Qismeke axaftina Barzanî li ser malpera fermî ya Serokatiya HKIyê hat weşandin.
Barzanî daxuyand ku kurd nêzîkî serxwebûnê bûne û wiha axivî: "Astengiyên berê yên ku li hember xweseriyê hebûn ji holê rabûn. Yên heyî ne jî ne girîng in. Mafê gelê Kurdistanê ye ku ew bibin xwedî dewlet û der barê pêşeroja xwe de biryarê bidin. Hindik ma ku em bigîhîjin armanca xwe. Ev pêvajoyeke û Parlementoya Kurdistanê ji bo referandumê biryar daye. Lê îro ji bo me tişta ewil şerê li hember DAEŞê ye."
Barzanî got ku piştî êrîşên DAEŞê şert û mercên nû derketin holê û wiha axivî: "Ewil tu dewletî behsa dewleteke kurd nedikir û guh nedidanê. Lê niha gelek dewlet piştgiriyê didin û dewleta kurdan qebûl dikin. Eşkere tê gotin. Şerê DAEŞê û tu sedem li hember xweserbûna Kurdistanê nikare bibe asteng. Gelê kurd wê qedera xwe tayîn bike. Her diçe em ber bi azadiyê ve diçin. Em der barê vê de muzakereyan dikin û dilê me rehet e. Zarokên xwe bidin xwendin. Di demek kurt de Kurdistanê azad bibe û bila ew jî xizmeta Kurdistanê bikin."
- "Li ser axên ku ji destê DAEŞê hatine xilaskirin referandumê çêbibe"
Barzanî daxuyand ku li cihên ku pêşmergeyan ji destê DAEŞê xilaskirina referandumê wê bê kirin û wiha dewam kir: "Cihê ku dibêjin rewşa wan nediyar e ancax bi referandumê ve dikarin bên diyarkirin. Hê di sala 2007an de ew referandumê çêbûbûya, lê hikûmeta Iraqê hikma zagonê bi cih neanî. Daxwaza me ya referandumê nayê wê meneyê ku em di wê şikê da ne ku ew ne axên Kurdistanê ye. Em rêzê nîşanî biryar û tercîha gelê li wir dijîn didin. Em dixwazin ku hikma zagonê bi cîh bibe."
- "11 hezar milîtanên DAEŞê hatin kuştin"
Barzanî destnîşan kir ku 11 hezar milîtanên DAEŞê hatin kuştin û ji bo ku hêza pêşmergeyan xurttir bibe û artêşeke bi qalîte ava bibe ew xebatên xwe didomînin.
Barzanî der barê operasyona Mûsilê de jî wiha axivî: "Heta DAEŞ ji Mûsilê neyê derxistin, ji bo Hewlêr, Duhok û Silêmaniyeyê talukeyê hebe. Heke em û alîyên din li hev bikin, pêşmergeyên me jî wê bi awayekî wêrek û cehdkirî beşdarî operasyonê bibin. Em dixwazin ku Amerîka rasterast çekan ji pêşmergeyan re bişîne. "