Muhammet Kurşun
06 Mijdar 2017•Rojanekirin: 08 Mijdar 2017
EDIRNE
Li Edirneya paytextê Osmaniyan ku her demsala xwe xweş derbas dibe payiza dereng bi ciwaniyeke cuda xemiliye.
Bajarê bi tarîxa xwe ya qedîm ve wek peykerekî hunerî bejn û bala xwe nîşan dide, bi şêweyên cuda yên rengên kesk û qehweyî yên pelên daran silavê dide çemên Tunca û Merîcê.

Tunca û Merîc hewa nerm û nazdar a Balkanan bi coş û xiroşiyê dikişînin Edirneyê.
Edirne, derwazeyê hewaya sar e û rojên dawîn ên berî zivistana xedar pêşkêşî şêniyên xwe dike. Yên ku dixwazin rojên xwe xweş derbas bikin jî her ku firsendê dibînin diçin daristanan û qiraxên çeman.
Heyamên dawîn ên ku tav xwe li ser rûyê erdê nîşan dide xelkê Edirneyê şahidiya yek bi yek weşîna pelan jî dike.
Edirne paytextê kevin ê Împeratoriyeta Osmanî bû, loma nazdar û ciwan e. Ew romantîzma ku bi fesla payiza dereng xwe lê vedaye jî bala tûrîstên ku tên bajêr zêde dikişîne.

Li Edirneyê zivistan, havîn û bihar her yek bi awayekî cuda tê derbaskirin. Wek wan di payiza dereng de jî mazûvaniya mêvanên xwe yên xoşewîst dike.