Muhammet Kurşun
10 Mijdar 2017•Rojanekirin: 11 Mijdar 2017
TEHRAN
Li Îranê demsala payizê bi dîmenên rengareng derbas dibe û xelk berê xwe dide cihên geşt û seyranê da ku rojên dawîn xweş derbas bikin.
Li bajarê Kerecê ku 30 kîlometre dûrî paytext Tehranê ye, gundê bi navê Beraghan hemû rengên payizê di xwe de dihewîne.

Gundê Beraghanê ji bo hezkiriyên suriştê û seyranê dîmenên ciwan derdixîne holê.
Malbatên ku diçin vê derê digel zarokên xwe di nav pelên weşiyayî de xatir ji payizê dixwazin.