Önder Beyter
02 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
BITLÎS
Li Bitlîsê ribês ku li deverên bilind hêşîn dibin û herwiha gelê herêmê jî wekî "mûzê zozanan" bi nav dikin, li navçeya Tetwanê derketin firotanê.
Esnafê bajêr Seladîn Kiliç diyar kir ku wan li deverên bilind ên navçeya Hîzanê ribês berhev kirin, anîn Tetwanê û derxistin firotanê.
Kiliç got ku xelk ribêsê zehf distîne û wiha xeberda, "Ev qedera 4 rojan e em li serê çiyayên bilind ribêsê kom dikin û tînin bajêr difiroşin. Aniha kîloya wê di navbera 10 û 15 lireyan da ye. Hin muşterî ribêsê dikirin û ji xizmên xwe yên dûr ra dişînin."