Hatîce Guneş a dayika 3 zarokan û Methiye Yalçin a dayika 4 zarokan ji xizm û nasên xwe pere deyn kirin û li gor derfeta xwe bi şirîkatî loqenteyek vekirin. Her du jinikan jî diyar kirin ku ji bo bikaribin alîkariyê bidin malbata xwe dest bi karek wiha kirin e.
Di xwaringehê de ji bilî xwarinên deverî taştê jî tê dayîn û di taştê de jî penêr, toreq û hêkên gundan tê dayîn.
Guneşê destnîşan kir ku mêrê wê karê demsalî dike û ji ber vê yekê jî di qada aboriyê de dikevin tengasiyê û wiha dewam kir: "Xaniyê me kirêye û 3 zarokên min jî dixwînin. Ji bo piştgiriya malbata xwe bikim min vê dera vekir. Em dixwazin bi xwarinên deverî xizmeteke baş bikin û xwe pêş ve bibin."
Methiye Yalçinê jî bilêv kir ku ew ji bo hel kirina pêwîstiyên zarokên xwe car caran diket tengasiyê û ji ber vê hincetê jî dest bi vê xebatê kiriye.