Navenda Tenduristiyê ya Civakî ya Tetwanê ji bo tenduristiyê kontrola dev û dirananên 60 xwendekaran kir.
Bijîşk û hemşîreyan semîner li dar xistin û der barê tenduriristiya dev û diranan de agahî dan xwendekaran.
Piştî semîneran firçe û mecûna diranan li xwendekaran belav kirin.
Bijîşkê diranan Serkan Duran der barê vê de wiha axivî: "Ji bo parastina dev û diranan divê diran bi rêkûpêk bên firçekirin. Heke li ser diranan deqên qehweyî û reş derkevin, êdî diran qurmî dibin. Heke zû mudaxela neyê kirin diran her dem dê biêşe. Ji ber vê yekê jî lazim e zû biçin bijîşk û mûayene bibin."