Ji ber ku li bajaran hewa germ e, di meha remezanê û van rojên germ de welatî rojên xwe li zozanên hênîk derbas dikin.
Gundî li Zozana Gola Keşîşê ya Wanê ya ku bilindahiya wê qasî 2200 mêtroyî ye konê xwe datînin û li wir him heywanên xwe xwedî dikin û him jî kar û barên xwe yên rojane dikin.
Hecî Azîz Bozkurtê ku temenê wî yê herî mezin e dema fitarê bang dide û bi banga wî ve gundî fitara xwe vedikin.
Gundî ji fitarê heta paşîvê diçin ziyareta konan, çayê vedixwin, sohbetê dikin û bêhna xwe didin.
Zarokên li zozanan jî di kar û bar de alîkariya mezinên xwe dikin. Pez û berxa di golê de dişon, dema dayikên wan nan dipêje, pez didoşe, şîr haveyn dike û penêr çêdike ew jî alikariya dayikên xwe dikin.
- Jiyaneke bi aram û hewaya hênik
Welatiyên ku li bajaran ji germê aciz dibin jî diçin li cem eqrebayên xwe yên zozanan. Şev di hewaya hênik de radizên, xwarinên bi tahm dixwin û ava sar a zozanê vedixwin.
Reşît Bozkurtê ji gundê Bozyîgîdê ji nûçegîhanê AAyê re got ku ji ber germê ew tên zozanan û wiha axivî:
"Remezana me baş derbas dibe. Bifikirin li vir hewcedariya we sarincê tune. Jiyaneke xweş li vir heye. Demeke dirêje ku xebera şehîdan nayê, dilê dayikan naşewite, dayik nagrîn. Hêvî dikim ku pêvajoya çareseriyê baştir bibe."
- Di tendurê de xwarina fitarê
Perîşan Bozkurta 59 salî jî got ku ew 40 sale ku diçin zozanan û li wir pez û çêlekan didoşe. Bozkurt xwarina fitarê jî di tendurê de çêdike û wiha axivî:
"Em li vir xwarinên organîk dixwin û jiyaneke xwezayî dijîn. Em her tiştî bi xwe dikin. Em nan dipêjin, penêr çêdikin û xwarinên bi tahm çêdikin. Piştî fitarê jin li konê me tên li ba hev. Em şev heta dereng çayê vedixwin û sohbetê dikin. Pişt re herkes diçe konê xwe û paşîva xwe amade dike. Bi taybetî ev du salin ku em pir rehetin. Înşallah her tim dê wiha bibe."