HEWLÊR (AA) - Malbatên ku ji komên çekdar ên ku serokatiya wan Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) dike, direvin û xwe dispêrin Hewlêrê, di kampên çadiran de di 50 pile germê de fitara xwe vedikin. Her çend di fitarê de xwarin têra van malbatan nake jî, dîsa rojiya xwe naterikînin.
Piştî Mûsil di 6ê pûşperê de ket destê DÎŞIyê, bi hezaran malbat malên xwe terk kirin û çûn bajarên din. Penaberên ku malê xwe terk kirin û hatin Herêma Kurdistana Iraqê, li Hewlêr, Silêmanî û Duhokê di kampên çadiran de hatin bicihkirin.
Konê ku ji bo malbatan hatine avakirin, 50 mêtre dûrî Hewlêrê ye û di nav zeviya qenim de ye. Çadir her roj ji ber toz û dûmanê dilewitin. Malbatên ku di van çadiran de dimînin, di van şert û mercan û 50 pile germê de rojiya xwe naterikînin.
Ji ber ku xwarin têrê nake, gelek malbat bê paşîv rojiyê digrin. Di fitarê de jî hema bê li ser sifreya hemûyan her roj xurme û av heye.
- Di fitarê de xurme, av û nan...
Xezal Siltana 70 salî ji herêma Haysaddama Mûsilê hat kampa çadirê. Sultan bi her du neviyên xwe ve bi birinc, xurme û tasek avê ve fitara xwe vedikin. Sultanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji roja destpêka pevçûnan ew ji wir revî û xwe sipart Hewlêrê.
Sultanê destnîşan kir piştî ku ew hatin kampê çend roj şûnde jî rojiyê dest pê kir û wiha dewam kir: "Em biwestin, birçî bimînin û bêhn li me biçike jî elhemdulîllah em îbadeta xwe dikin. Ez rojiyê digrim û her roj ji Xwedayê xwe re dia dikim ku em vegerin mala xwe."
Elkiye Nûrî Cesîm jî 53 salî ye û ji Herbekira herêma Mûsilê hatiye li vir û bi neviyê xwe re di çadirê de dimîne. Cesîm bi birinc, nan û fasoliyan ve fitara xwe vedikin. Ji ber ku bayê avêtiye çokên Cesîm, nikare li ser piyên xwe bisekine. Cesîm wiha got: "Her çeng em li vê derê rojên dijwar derbas bikin jî, em rojiya xwe digrin. Jixwe em rojiyê negirin jî wek ku em bi rojî ne. Xwarina me têrê nake. Ava sar tuneye, nayê dîtin. Em li beranberî her tiştî hêvî dikin ku biçin mala xwe."