17 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 18 Rêbendan 2017
LONDRA
Li meydana Pîccadîlly Cîrcûsa Londraya paytextê Îngîltereyê panoyên ronak ji ber xebatên nûkirinê hat girtin. Ji ber ku panoyên mezin yên ronak hatin girtin meydan tarî bû.
Panoyên ku ji herba 2yemîn ya cîhanê vir ve cara ewil e ku evqas dirêj tê vemirandin, tê hêvîkirin ku payîzê bê vekirin. Di xebatên nûkirinê de şuna 6 panoyan dê panoyeke mezin bê danîn û panoya mezin dê bi van 6 panoyan bê girêdan.
Panoyên ronak yên li meydanê di cenazeyên Dotmîr Dîana û Serokwezîrê berê yê Îngîltereyê Wînston Chûrchîll de jî hatibûn vemirandin.
Piştî nûkirinê dê di panoyên ronak de xêncî reklamê rewşa hewayê û weşana zindî jî bên dayîn. Panoyên ronak ev 109 sal in meydana Piccadilly Circusê ronî dikin.