18 Gulan 2016•Rojanekirin: 20 Gulan 2016
VAN
Şukru Gulê li Cizîrê qezaya trafîkê kir û piyê wî jê bû, bi serkeftina xwe ya di qada sporê da balê bikşîne.
Şukruyê kurê Nacî ye û Metîn Gulê ku ji Cizîra navçeya Şirnexê di sala 1994an da hatin li Wanê bi cih bûn, di 9 saliya xwe qeza kir û piyê wî yê rastê jê bû, jiyana xwe da ser sporê û bi saya vê gelek madalya qezenc kir.
Gulê ku piyê wî yê rastê protez e, bi atletîzmê ra mijûl dibe, herwiha 6 sal berê jî dest bi badmîntonê kir. Gul beşdarî misabeqeyê li welêt û derveyî welêt hatin kirin bû, gelek xelat û madalya wergirtin. Niha Gul ji bo beşdarî Lîstikên Tokyo Paralîmpîk ên 2020an bibe amadehiyê dike.
Gul ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand ku wî di sala 2010an da ji bo badmîntonê serî li Midûriyeta Bajêr a Spor û Xizmetên Ciwaniyê da û bi antrenor Emre Hakarîlî ra dest bi xebatê kir. Gul got ku wî bi saya perwerdeya ku hilda, him li welêt him jî li derveyî welêt ket dereceyê.
Gelek tişt in ku gotin "tu nikarî bikî" min kir
Gul wiha xeberda: "Wekî zarokên ku em wan di fîlman da dibînin, seqet dibin dû ra ji malê dernakevin, di paceyê da li zarokên li kuçê dilîzin dinêrin... Di serî da ez jî wisa bûm. Zarokan ez negirtim nav koma xwe, bi min nehekê xwe kirin. Spor ji bo min bû qada xweîspatkirinê, bi rêya sporê min nîşan da ku ez astengdar nînim. Tiştên ku ji min ra gotin tu nikarî bikî, min hemû kir. Divê dinyayê da tenê însanên astengdar tunene. Û ez dizanim ku gelek mirovên astengdar ji yên saxlem jêhatîtir in."