Latîfe Tirkeş a 80 salî li navçeya Hamûrê ya Agriyê digel qîza xwe Nûran Îzcî ya 60 salî a astengdar, di xaniyekî wêran de dijî. Şert û mercên jiyana malbatê dijwar in.
Tirkeş digel qîza xwe di xaniyê ku derî û paceyên wê şikandî ne, nîvê banê wê tune de dijî. Dahata malbatê mehaneya kal û pîran a ku 3 mehan carekê distînin e. Malbat bi vê mehane û alîkariya cîranên xwe debara xwe dike.
Dayik Tirkeşê daxuyanî da nûçegihana AAyê got ku ew digel qîza xwe ya astengdar dijî û ew zehf zehmetê dibînin.
Tirkeşê got ku dêmariya wê wê zû zewicandiye û wiha dewam kir: "Dema ku ez xwendekar bûm, dêmariya min, min bi kalekî re bi zorê zewicand. Wê demê kes qîmetê nedida mehra fermî. Bavê zarokên min piştî ku 4 zarokên me bûn, rehmet kir. Ji ber ku bi fermî mehra min çênekirin, paşnavê min yê qîzîtiyê ye û paşnavê zarokên min jî paşnavê bavê wan Îzcî ye."
Dayik Tirkeşê got ku ew digel qîza xwe ya astengdar dijî, lê roj bi roj pîr dibe û êdî nikare miqatê li qîza xwe be û wiha axivî:
"Xwedê dewleta me ji serê me kêm neke. Dewleta me alîkarî dide me lê komira ku dide têra me nake. Rewşa me ne baş e. Kesî ku alîkarî bide me tune ye. Kesî ku ji me re xwarinê bîne, kesî ku ji me re cil û bergan bistîne tune ye. Ez digel qîza xwe di vî xaniyê wêran de dijîm. Ji ber ku nîvê banê xaniyê me hilweşiya ye hemû ava berf û baranê dikeve hundirê xanî. Cam û derî şikandîne. Perê me yê ku em bidin çêkirin jî tune ye."
Tirkeşê got ku nikare xaniyê xwe vesazbike û wiha axivî: "Em dixwazin banê xwe çêkin lê em pîr bûne. Em êdî li ber mirinê ne."
Dayik Tirkeşê got ku niştecihên taxê jî alîkarî didin wan.
Mixtarê Taxa Kaleyê Adem Keskî jî got ku rewşa dayik û qîza wê zehf xirab e, xizan in, kesekî ku alîkarî bide wan, debara wan bike tune û wiha dewam kir: "Xebatkarên wan tune ne. Bi mehaneya ku dewlet dide wan debara xwe dikin. Derî û paceyên xwe bi naylonê girtine. Ji ber ku mala wan di cihê çehl da ye hemû ava berf û baranê dikeve mala wan. Qeymeqamiya navçeyê alîkarî dide wan; lê ev têra wan nake. Divê bi rêk û pêk alîkarî bidin wan. Şert û mercên di nav de dijîn ne baş in."