Haydar Şahin
13 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 14 Berfanbar 2018
BITLÎS
Li Xelata navçeya Bidlîsê Refa Gokbulakê hosteyê gopalan motîfên Selçuqiyan li ser gopalan dineqişîne û welatî eleqeyeke mezin nîşanî kopalên Gokbulak didin.
Gokbulakê ku 30 sal e meslekê ji bavê xwe hîn bûye didomîne qoçên beran, dewar, medeg û gamêşan ji qesaban kom dike, li ser wan dixebite û ji wan gopalan çêdike.
Gokbulak daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku meneya hemû fîgurên li ser gopalan dineqişîne heye.
Gokbulak got ku welatî herî zêde eleqeyê nîşanî goplan bi motîfên Selçuqiyan hatine neqişandin didin û wiha axivî: "Herî zêde gopalên li ser wan sitêrka Selçuqiyan, nexşên xalîçeyan, motîfên laleyan û destkariya tezhîbê hene tên firotin."
Gokbulak diyar kir ku li mekanên dîrokî yên li bajêr motîfên Selçuqiyan dîtiye û piştî vê li ser gopalan neqişandiye û wiha pê da çû: "Hingî min dest bi vî karî kiriye ji sedî zêdetir motîfên cuda li ser gopalan neqişand. Li ser kopalên me herî zêde motîfên sitêrka Selçuqiyan, nexşên xalîçeyan, motîfên laleyan û destkariya rûmî û tezhîbê hene. Ev motîf hezar sal e li ser her amûrê hatine neqişandin. Em jî dixebitin ku vê çandê li ser gopalan bidomînin."
Gokbulak destnîşan kir ku bihayê gopalan ji 120 lireyî dest pê dike û wiha got: "Em 3 cure gopalan çêdikin. Gopalên di nav rojê da tên bikaranîn,gopalên tên diyarîkirin û gopalên ji bo hunerê. Bihayê gopalan li gor ked û motîfên li ser diguhere."