Haydar Şahin
12 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2018
MARDÎN
Di konservatuvara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ya lê wezîfedarî hatibû kirin, vekir da di 2 salên dawîn da 5 hezar û 500 xwendekarî perwerdeya hunerê dît.
Midûrê Konservatuvara Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Seçkîn Matarai daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku bi saya konservatuvara di sala 2016an da hat vekirin li bajêr kêmasiyeke girîng hat çareserkirin.
Mataraci diyar kir ku 11 xwendekarên îsal perwerde dîtin mamostetiya muzîkê qezenc kirin û ev jî serkeftina wan nîşan dide û wiha pê da çû: "Me perwerde da 5 hezar û 300 xwendekarî. Xwendekarên me zehf kêfxweş in, bi dilê xwe tên vê derê. Li vê derê hemû hunerê hîn dibin. Ciwan li vê derê jêhatîbûna xwe keşf dikin."
Denis Yusuf Handîçê mamosteyê muzîkê jî bal kişand ser girîngiya perwerdeya hunerê û got ku konservatuvar ji bo ciwanan mekanê çalakiyê ye.
Aylîn Yuksekdaga xwendekar diyar kur ku gelekî ji muzîkê hez dike û 2 sal e li vê derê perwerdeyê dibîne û wiha pê da çû: "Me li vê derê koro ava kir, 2 caran konser da. Zehf xweş bû û em hê li vê derê ne. Înşaellah perwerdeya me ew ê dewam bike. Vebûna konservatuvarê karekî zehf kêrhatî ye. Bi saya konservatuvarê gelek kes perwerde bûn."
Ferîde Ozbeka hîndekar jî got ku konservatuvar ji saziyên herî baş ên Mêrdînê ye.