İbrahim Atmaca
16 Berfanbar 2018•Rojanekirin: 17 Berfanbar 2018
KOTABATO
Weqfa Alîkariya Însanî ya Maf û Azadiyên Însan (ÎHH) li bajarê Kotabatoyê yê Herêma Xweser a Mindanaoya (ARMM) Misilman a Filîpînan êtîmxane, dibistan, mizgeft, xwarinxane çêkirin, bîra avê vekir.
Weqfa Alîkariya Însanî ya ÎHHyê li bajarê Kotabatoyê yê herêma Maguindanaoya ARMMyê 2 êtîmxane, dibistaneke seretayî, mizgeftek, xwarinxaneyek û bîreke avê ji bo gelê herêmê çêkir û seba xizmetê vekir.
Êtîmxane, mizgeft, xwarinxane û bîra avê li Kompleksa Êtîmxaneya ÎHHyê ya li Kotabatoyê, dibistana seretayî jî li bajarê Talayanê hat çêkirin.
Navên Êtîmxaneya Akincilarê ya ÎHHyê ya Konyayê, Êtîmxaneya Hatîcetul Kubrayê ya ÎHHyê ya Antalyayê li êtîmxaneyan kirin, navê mizgeftê danîn Mizgefta Mehmet Zahît Kotku ya ÎHHyê ya Antalyayê, navê xwarinxaneyê danîn Xwarinxaneya Dildarên Tuzlayê, navê bîra avê danîn Bîra Avê ya Ayşe Bozbeyê, navê dibistanê jî danîn Dibistana Seretayî ya Ebdulhemît Xan ya ÎHHyê ya Umraniyeyê.
Li Kotabatoyê merasima vekirinê hat lidarxistin û Alîkarê Serokê ÎHHyê Saît Demir, Nûnerê Herêma Moroyê yê ÎHHyê Omer Kesmen, serokê Eniya Rizgariya Îslamî ya Moroyê (MIKC) Hecî Murad Îbrahîm, Serokê Ajansa Pêşketinê ya Bangsamoroyê Mihemed Şuayîb Yakup, rayedarên din û gelê herêmê beşdar bûn.
Alîkarê Serokê ÎHHyê Demir di merasimê da axivî û got ku weqif li çar aliyê dinyayê xebatên alîkariya însanî dimeşîne û bi berhemên mayînde va dibe hêviya mezlûm û mexdûran.
Serokê MIKCê Hecî Murad Îbrahîm jî di merasimê da axivî û got ku ew ê têkiliya xwe ya dostanî timî bi Tirkiyeyê ra xurt bikin.
Îbrahîm diyar kir, li herêmê bi salan e seba hizûra gelê Moroyê têkoşîn tê dayîn, ji bo Qanûna Organîk a Bangsamoroyê wê di 21ê rêbendana 2019an da referandum wê were kirin, piştî referandumê hikûmeta berwext wê were avakirin û axa Moroyê wê zêdetir kifş bibe.
Îbrahîm wiha dewam kir, "Hemd ji Xwedê ra Tirkiye yek ji welatên xurt e ku piştgiriyê dide me. ÎHH jî li Moroyê di gelek qadan da xizmetên wek êtîmxane û alîkariyên civakî dide. Her wiha ÎHH di mizakereyên ku (bi hikûmeta Filîpînê ra) tên kirin da bi rola xwe ya çavdêr va jî piştgiriyeke mezin dide pêvajoyê. Dema ku ez têm Tirkiyeyê, weke ku li mala xwe bim, ew qas xwe kêfxweş hîs dikim. Înşeallah têkiliyên me ji vir şûn da jî ji bo omet û Moroyê zêdetir bibin û bidomin."
Îbrahîm spasiya Tirkiyeyê kir ku di dema derbasbûna xweseriyê da piştgirî da gelê Bangsamoroyê.
Îbrahîm destnîşan kir ku bi referandumê va ew ê herêmên ku wê têkevin çarçovreya Qanûna Organîk a Bangsamoroyê tesbît bikin û got ku ev qanûn wê hiqûqa Îslamê neyne, lê ji bo ku meriv bikaribe dînê xwe bijî azadiyê ji meriv ra tîne.
Nûnerê Herêma Moroyê yê ÎHHyê Kesmen jî wiha got, "Çi qas ji destê me tê em êtîmxane, dibistanan çêdikin û alîkariya însanî dikin da ku piştgiriyê bidin doza heq a gelê Moroyê.
Êtîmxaneya Akincilarê ya ÎHHyê ya Konyayê û Êtîmxaneya Hatîcetul Kubrayê ya ÎHHyê ya Antalyayê dikarin 96 zarokan hildin. Li Mizgefta Mehmet Zahît Kotku di heman demê da 150 kes dikarin nimêj bikin. Li Xwarinxaneya Dildarên Tuzlayê jî 120 êtîm û personelên îdarî yên kompleksê wê tê da nan bixwin. Bîra Avê ya Ayşe Bozbeyê jî wê pêdiviya ava hemû kompleksê bi cih bîne.
Dibistana Seretayî ya Ebdulhemît Xan jî dikare 150 xwendekaran hilde û bi dibistanê va tê hedefkirin ku têkiliyên navbera Tirkiye û Moroyê xurt bibin.